Li Geverê bi coşa mîtîngê buro hat vekirin

Partiya Çep a Kesk li navçeya Geverê bi tevlêbûna hezaran kesan buroya hilbijartinê vekir.

Partiya Çep a Kesk li navçeya Gever a Colemêrgê yekemîn buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, Sezaî Temellî û Saît Dede û bi hezaran welatî tev li vekirina buroyê bûn. Bi hezaran kesan rahiştin alayên partiyê û li pêşiya buroyê kom bûn. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Gever dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Vekirina buroya hilbijartinê veguherî mitîngê. Piştî rêzgirtinê, sirûda “Çerxa Şoreşê“ hate xwendin. Piştre jî Dede axivî û got ku Geverê tu carî serî netewandiye.

Parlamenter Feleknas Uca jî 14’ê Gulanê weke “Roja hesabpirsînê ye” nirxand û wiha domand: “Di vê hilbijartinê de dê azadî û demokrasî bi ser keve. Hûn ji zîhniyeta ku hewl dide me tune bike re bûn bersiveke mezin. Çi dibe bila bibe dê meşa me ya azadiyê bidome. Vaye gelê me li vir bersiva herî xurt dide. Ev meşa me dê rêya azadî û demokrasiyê veke.”

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî jî ev tişt anî ziman: “Em, ji bo ku dawî li vê feraseta faşîst û zordest bînin tên. Vê desthilatê çendek sal berê mase wergerand. Di esasê xwe de ew mase, maseya aştî, azadî, çareseriya demokratîk û hêviya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bû. Maseya birêz Ocalan ku hêviya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e, wergerandin. Em ê di 14’ê Gulanê de wê maseyê dîsa rakin ser lingan û li çareseriyê bigerin. Mase wergeriya û di nava 8 salan de li vî welatî her cureyên bêedaletî û zilmê hatin jiyîn. Hemû siyasetmedarên me di girtîgehê de ne. Hemû çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin. Ji sifreya vî gelî di dizin û ji bo şer xerc dikin.”

Piştî axaftinan jî bi hezaran kesan heta demekî dirêj xelekên govendê gerandin. Piştî bernameyê, ciwanan dirûşm berz kirin û belavî taxan bûn. Di vê navberê de polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kir. Di encama êrîşê de gelek kes hatin destgîrkirin û gelek kes jî gazê bibandor bûn.