Li gelek bajaran bi Partiya Çep a Kesk re coşa hilbijartinê
Partiya Çep a Kesk li Konya, Stenbol, Hatay û Osmaniyeyê xebatên ji bo hilbijartinê meşand.
Partiya Çep a Kesk li Konya, Stenbol, Hatay û Osmaniyeyê xebatên ji bo hilbijartinê meşand.
Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê zêde kirin.
KULU
Partiya Çepên Kesk li navçeya Kulu ya Konyayê buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan û gelek kes tevlî vekirina buroyê bûn. Di vekirina buroyê de govend hatin gerandin û Ocalan axivî. Ocalan, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û pêvajoya hilbijartinê weke “Têkoşîna di navbera xerabî û demokrasiyê de” pênase kir. Bi domdarî Ocalan ev tişt anî ziman: “Ev pêvajoya hilbijartinê dê bibe tercîha di navbera xerabî û demokrasiyê de. Em bi hikûmeteke şer re bû rû ne ku aloziyê kûrtir dike û rageşiya di navbera gel de zêde dike.”
CÎHANBEYLÎ
Partiya Çep a Kesk li Şaredariya Yenîceoba ya girêdayî navçeya Cîhanbeyliyê buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî tevlî merasîma vekirinê bû.
Ocalan axivî û got ku ew ê bi Partiya Çep a Kesk re navê xwe li mohra dîrokê bidin.
STENBOL
Li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de belavok hatin belavkirin. Belavokên ku deng ji Partiya Çep a Kesk dixwazin, li Taxa Merkezê, Qada Cûmhûriyetê, cadeyên Fatîh û Edîrneyê hatin belavkirin.
HATAY
Partiya Çep a Kesk li Taxa Bûlûttepe ya navçeya Îskenderûnê konteyner danî û wê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê li vir bimeşîne.
Gelek kes tevlî vekirina konteynerê bûn. Hevserokê HDP’ê yê Îskenderûnê Abdûrrahîm Şahîn destnîşan kir ku wê hesaba tiştên ku di erdhejê de qewimîne, bi pirsin.
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Îskenderûnê Alî Şeker jî qala xebatên hilbijartinê kir. Hevseroka HDP’ê ya bajêr Hulya Ateş jî got ku jin wê vê sîstemê bi guherînin.
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê parêzer Mehtap Sert bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û diyar kir ku ew ê nehêlin ku erdhej veguhere şîdet û tecrîdê.
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Zekî Koç jî nerazîbûn nîşanî girtinên partiyê da û got: “Em bi Partiya Çep a Kesk re li ser piyan e.”
OSMANIYE
Taxa Eyûp Sultan bûroya hilbijartinê vedike. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û bi sedan welatî tevlÎ vekirina buroya hilbijartinê bûn.