Kurdistaniyên li bajarê Gävle ya Swêdê dijîn, li ber şaredariyê çalakiya rûniştinê li dar xistin û xwe zincîr kirin. hunermendê Kurd Ciwan Haco jî piştgirî da çalakiyê û bang li Kurdan kir ku piştigiryê bidin girtiyan.
Kurdistaniyên li bajarê Swêdê Gävleyê dijîn, bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê li ber şaredariyê çalakiyeke rûniştinê li dar xistin. Li ser banga Meclîsa Ge a Kurdan a Gävleborgê Kurdistanî li ber şaredariyê kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Kurdan pêşmalkên li ser “Bêdeng nemînin, mirinan rawestînin” li xwe kirin. endamên Meclîsa Şaredariyê yên Kurd Jîn Akgul Haco, Faruk Azad Aslan, Battal Battê û Îsmet Ûzûn di çalakiyê de cih girtin.
Piştî demek kurt, Şaredar Carina Blank û rayedarên şaredariyê derketin derve û çalakgerên Kurd silav kirin. Rêveberên Meclîsa Gelê Kurd a Gävleborg bi şaredarya Carina Blank û rayedarên şaredariyê re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de ji hukûmeta Swêdê hate xwestin ku ji bo daxwazên girityan bikeve dewrê. Şaredar Blank j îda zanîn ku ew vê mijarê bişopînin.
Hunermendê Kurd Ciwan Haco jî hate serdana çalakgerên li ber avahiya Şaredariyê û piştgirî da çalakiya wan. Haco got ku ew piştgiriyê dide çalakiya girtiyên Kurd ên ku ji bo mafên sereke yên mirovan jiyana xwe danîne holê û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku bihîstyar bin û piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê.