Li Filîpînan erd şeqitî, 85 kes mirin

Li Filîpînan erd şeqitî û şape rabû. Di encamê de 85 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya rayedaran, di nav miriyan de zarok jî hene. Tê gotin piraniya kesên ku mirine, piştî şeqitîna erdê, xanî hilweşiyane û di bin xaniyan de mane.

Di bobelatê de 85 kes mirin, 20 kes jî winda bûn.

Piştî baraneke xurt a li navenda Filîpînan û eyaletan ev bobelat çêbû.

Hate gotin, li herêmê li rojhilatê Bîcol û Vsayasê erd şeqitî ye.

Li Filîpînan her sal bi giştî 20 bagerên tropîkal radibin.