Li Fatîhê buroya hilbijartinê hat vekirin
Partiya Çep a Kes li Taxa Katîp Kasim a li Fatîhê, buroya hilbijartinê vekir.
Partiya Çep a Kes li Taxa Katîp Kasim a li Fatîhê, buroya hilbijartinê vekir.
Coşa hilbijartinê bi vekirinên buroyan re, didome. Partiya Çep a Kesk li Kuçeya Langa ya Taxa Katîp Kasim a li Fatîhê buroya hilbijartinê vekir.
Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Ferhat Encu û Berdevkê Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Fatîhê Bahattîn Alparslan tev li vekirina buroyê bûn. Bi dehan kes tevî baranê jî, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” govend gerandin.
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Ferhat Encu axivî û diyar kir ku Partiya Çep a Kesk wê bi awayek herî xurt li parlamentoyê bê temsîlkirin û got: “Em ê bi awayek herî xurt nûneriya gelê xwe bikin ku em anîne vê rojê.”
Hevseroka Rêxistina Navçeya Fatîhê Seyrî Tepe bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ev tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Tepe diyar kir ku ew ê hem tecrîda li ser Îmraliyê hem jî li girtîgehên din bişkînin û got: "Wê jin, tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişkînin. Wê gelê Kurd ê têkoşer tecrîdê bişkîne.“