Ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîghên Tirk ji 12’ê Îlonê ve berdewam dikin, li gelek welatên Ewropayê çalakî tên li darxistin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanên Kurd li avahiya Partiya Sosyalîst çalakî pêkanîn. Ciwanên Kurd li bajarê Helsînkî yê Fînlandiyayê jî çalakiyek kirin.
DI AVAYIYA PARTIYA SOSYALÎST DE ÇALAKÎ
Ciwanên Kurd yên li Marsîlyayê li avahiya Partiya Sosyalîst çalakî pêkanîn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê û KCK’ê hilgirtin. Balkişandin ser azadiya Ocalan û çalakiya birçîbûnê ya di roja 59’an de didome. Ciwanên ku dane diyarkirin ku, çalakiya birçîbûnê gihaye astek xeter û aşkera kirin ku, pêwîste Partiya Sosyalîst ya Fransayê ku niha li ser desthilatdariyê ye bêdeng nemîne.
Ciwanên ku qasî demjimêrekê di avahiyê de man, bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” avêtin. Piştre du ciwan bi rayedarên Partiya Sosyalîst ya Marsîlyayê re hevdîtin pêkanî.
LI HELSÎNKIYÊ BALKIŞANDE SER REWŞA GIRTIYAN
Li paytextê Fînlandiya Helsînkiyê jî ciwanên Kurd ji bo piştgirî û balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê, her wiha bala rayagiştî jî bikêşin ser ku çalakiyên birçîbûnê di asta mirinê de ne, çalakiyek pêkanîn.
Çalakiya ku li navendekî ya Helsînkiyê pêkanîn gelek ciwanên Kurd û Fînlandî tevlî bûn. Bi dirêjahiya çalakiyê re ciwana ji bo protesto kirina bêdengiya çapemeniya Ewropa û Tirk çav û devên xwe bi paçê reş girêdan. Her wiha pankartekî ku daxwazên çalakvana tine ziman jî vekirin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên girtiyan sloganên bi zimanê Fînlandî û Kurdî hatin avêtin, heman demê de belavok jî hatin belavkirin. Fînlandiyên ku eleqe nîşanî çalakiyê dan, anîn ziman ku, biboneya vê çalakiyê em hînbûn ku li Tirkiyeyê çi çêdibe.