Partiya Çep a Kesk, li navçeya Esenyûrt ya Stenbolê bi beşdarbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, buroya hilbijartinê vekir. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, endama Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaş û Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî di nav de gelek kes tevlî vekirina buroyê bûn.
Pêşiya buroya hilbijartinê ya li Taxa Pinarê ya Esneyûrtê bi alayên Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. Beriya hilbijartinê bi çend saetan bi sedan kes hatin cihê ku wê buro lê bê vekirin. Girse li vir demeke dirêj govend gerand û li ber çepilan dirûşme berz kirin. Gava Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan hat, bi çepik û berzkirina dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Ji Partiya Çepên Kesk gelek kesan li vir xîtabî gel kir.
Hevberdevka HDK'ê Esengul Demir got: "Tu tişt nikare me ji têkoşîna me bike. Gelê me amade ye ku heyama nû pêşwazî bike." Esengul destnîşan kir ku roj roja şandina rejîma faşîst e û roj roja azadiya jinê ye.
‘WÊ DI 14’Ê GULANÊ DE DESTHILAT TÊK BIÇE’
Endama Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çep a Kes Çîgdem Ozbaş jî diyar kir ku wê di 14'ê Gulanê de desthilatê bişînin û got ku ew bi xwe û gelê xwe bawer in ku wê bi ser bikevin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê jî bi çepikan û berzkirina dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" hat pêşwazîkirin. Bûldanê bi gotina "Dîsa jin, dîsa jiyan" bersiva girseyê da. Bûldan destnîşan kir ku gelên Tirkiye, Kurd û Elewiyan wê tu carî 21 salên AKP'ê ji bîr nekin û got: "Di 14'ê Gulanê de wê dersa herî baş bidin wan."
’EM JI STENBOLÊ BI BAWER IN’
Bûldan bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û bi bîr xist ku vîna gel Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Gulten Kişanak û bi hezaran kes girtî ne. Bûldan bilêv kir ku desthilat dixwaze bi polîtîkayên çewisandinê HDP'ê bitepisîne û got: "Li hemberî we gelekî tirsonek û tepisîner tune ye. Me li ber we çok neşikandiye û em ê tu carî neşikînin jî. Em ê siberoja Tirkiyeyê, em ê azadî, demokrasî, edalet û hiqûqê bînin vî welatî. Me navnîşaneke zelal diyar kiriye. Dîroka doza girtina HDP'ê jî taloqî dîrokek nêzî hilbijartinê kirine. Lê em ne ew partî ne ku gelê xwe û hilbijêrên xwe bê alternatîf bihêlin. Em ji kevneşopiyeke wiha tên ku her ku partiyên me hatin girtin em xurttir vegeriyan. Em ê bi Partiya Çep a Kesk tevlî hilbijartinê bibin. Bereksê wan em ê bi navnîşana xwe ya nû, xurttir bên. Wê li Stenbolê milyonan kes biherikin û ev jî wê ji bo wan bibe derd."
Bûldanê destnîşan kir ku divê di hilbijartinê de hejmara parlementerên wan sê qat zêde bibin û got ku di rojên pêş de wê diyar bikin wê raya xwe bidin kîjan namzetê serokkomariyê.
Bûldanêgot: "Em ji Stenbolê bawer in, em ê encameke baş bi dest bixin. Ji niha ve serkeftin ji bo xebatên me."
Piştî axaftinan Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr û jinên li qadê li ber tilîliyan qurdêleya buroya hilbijartinê birîn.
Çalakî piştî vekirina buroyê bi gerandina govendê bi dawî bû.