Li Erfurtê ji bo greva birçîbûnê meş

Li Erfurtê ji bo greva birçîbûnê meş

Li paytexta eyaleta Thurîngen a Almanyayê Erfurtê bi armanca piştevaniya bo girtiyên di greva birçîtiyê de ne meşek pêk hat. Di meşa ji ber gara trenê ya navendê dest pê kir de piştgiriya dewleta Almanya ji bo Tirkiyeyê jî bi pankart û dirûşmeyan hat şermezarkirin.

Ji 150’yî zêdetrê Kurdistanî û dostên kurdan yên alman tevlî meşê bûn. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘panzerên alman ji Kurdistanê derkevin’, ‘ ji bo girtiyên siyasî azadî’, ‘ji Ocalan re azadî’ ‘TC ya terorîst’ ‘bijî piştevaniya enternasyonel’ hatin berzkirin.

Meşa li ser banga Komeleya Çanda Mezopotamyayê pêk hat, ligel barana ku barî jî eleqeyek mezin dît. Çalakgeran xwest daxwazên girtiyên di grevê de ne bên qebûlkirin.