Li Erebîstana Siûdî di dewatê de karesat: 25 mirî, 30 birîndar

Li Erebîstana Siûdî di dewatê de karesat: 25 mirî, 30 birîndar

Li Erebîstana Siûdî di dawatek ya gund de kabloya ceyranê ket ser vexwendiyan û şewat derket, di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên rayedaran dayî, şewata li gundê Eyn Bedr ya li herêma Abkaik ji ber sedem, daweta li hewşa malê ku gule dibaran din hewayê û di encama guleyên li kabloya ceyranê ketin û kabloya ceyranê kete ser vexwendiyên dewatê, derket. Kabloya ceyranê ku kete ser deriyê madenî ku tenê deriyê derketinê ye bû sedema karesatê. Gelek kesan xwest derî veke, lê belê ceyranê girtin û jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyên Midûrtiya Parastina Sivîl got, piraniya kesên jiyana xwe ji dest dayîn û birîndar bûyî piraniya xwe jinin, di nava windahiyan de zilam û zarok jî hene.

Kesên birîndar ji qezayê xilas bûyîn, rakirin Nexweşxaneyên Aramco û Abkaikê.