Beriya ‘Meşa Seferberiya 29’ê Cotmehê’ ya ku ji Meclîsê ya berê ber bi Anitkabîrêtê kirin, wesayîtên dikevin Enqereyê ji aliyê cendermeyan ve tên sekinandin û nahilên bikevin hundir.
Di nava wan de Komeleya Nêrînên Ataturk û CHP jî di nav de nêzî 40 saziyên civaka sivîl û parstiyên siyasî yên berê ji Meclîsa Tirk ya berê ber bi Anitkabîrê (gora Mustafa Kemal) ve ‘Meşa Seferberiya 29’ê cotmehê’ pêk tînin. Beriya meşê hemû riyên têketin û derketina Enqreyê hatin girtin.
Ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve giştînameyek bo 81 navendî hate şandin destûra ji bo hatina Enqereyê neyê dayîn. Ji ber vê yekê jî li gelek navendan derketina ji bajaran hat astengkirin. Her wiha wesayîtên ji kontrolê xilas bûn hatin nêzî Enqereyê hatin rawestandin û nehiştin têkevin hundir.
Li aliyê din li ber gelek komeleyên li Enqereyê di saetên serê sibê de polîs disekinin û parlamenterên CHP’ê jî êvarê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew di meşa xwe de bi biryar in.