Li Elmanyayê ji her 6 kesan yek bi gefa xizaniyê re rû bi rû ye
Li Elmanyayê ji her 6 kesan yek bi gefa xizaniyê re rû bi rû ye
Li Elmanyayê ji her 6 kesan yek bi gefa xizaniyê re rû bi rû ye
Li Elmanyayê ku li gel rewşa sekinandî ya herêma euro aboriya wê baştire jî, rêjeya xizaniyê berevajî aboriyê zêde dibe. Li welêt, ji her 6 kesan yek, bi gefa xizaniyê re rû bi rû ye. Xizanî jî herî zêde bandorê li bêkaran û mirovên bi tenê dijîn dike.
Hejmarên xizaniyê yên Daîreya Stastîkên Federal (Destatis) weşand, xwe dispêrin baremên ji aiyê Yekîtiya Ewropa (YE) ve hatine diyarkirin. Li gorî vê, ji sedî 16,1 (13 mîlyon) mirovên ji nifûsa Elmanya, neçar in di bin gefa xizaniyê de bijîn.
Di nava mêrên bi emir de rêjeya xizaniyê ji sedî 16, di nava jinan de ji sedî 18 ye. Ji sedî 15,7 ê zarokên di binê 15 salî de jî di nava xizaniyê de ye. Ev rêje di sala 2012'an de ji sedî 15 bû.
YÊN BI TENÊ ZAROKAN XWEDÎ DIKIN, YÊN BÊKAR Û YÊN BI TENÊ
Li Elmanyayê herî zêde mirovên bi tenê zarokan mezin dikin, bêkar yan jî mirovên bi tenê, di bin gefa xizaniyê de ne. Di nava bêkaran de bi rêjeya ji sedî 69,3 xizanî gihaştiye asteke xetere, di nav mirovên xwedî zarok ên bi tenê dijîn de gihaştiye ji sedî 35.
Di nava mirovên zarokên wan nîne lê belê bi tenê dijîn de xizanî nêzî rêjeya ji sedî 32 dibe. Di nava mirovên dixebitin de xizanî derdora ji sedî 8,6 e.
Yekîtiya Ewropa sînorê xizaniyê maeş, alîkariyên sosyal û pereyê zarokan jî di nav de ji sedî 60 ê hatineyê diyar dike. Li Elmanyayê ev sînor di nava kesên bi tenê dijîn de mehane 979 euro ye, ji bo malbatên xwedî 2 zarokan 2 hezar 56 euro ye.