Li Eindhoven û Bakuyê çalakiyên birçîbûnê

Li Eindhoven û Bakuyê çalakiyên birçîbûnê

Li bajarê Hollanda Eindhoven û Baku yê Azerbaycanê ji bo piştgiriya bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve li girtîgehên Tirk hatiye destpêkirin, çalakî hatin pêkanîn.

LI EINDHOVENÊ ÇALAKIYA BIRÇÎBÛNÊ

Li bajarê Eindhoven yê Hollandayê çalakiya birçîbûnê hate destpêkirin. Çalakiya birçîbûnê ya li ber deriyê şaredariya Eindhovenê hate destpêkirin, bi dehan Kurdistanî tevlîbûn. Di hevdîtina ku bi encumenê şaredariyê re hate kirin de, têkildarî armanca çalakiyê agahî hate dayîn.

Encumenê şaredariyê jî diyarkir ku, ew piştgiriyê dide daxwazên çalakvanên birçîbûnê. Weke din jî encumenê şaredariyê ku kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin îmze kir û got; “Pêwîste aha niha dest bi muzakereyan li gel Ocalan bikin.”

LI BAKUYÊ ÇALAKÎ DIDOMIN

Li paytextê Azerbaycanê Bakuyê jî bi şîara “Daxwazên wan daxwazên me ne” çalakiya birçîbûnê ya 5’ê Mijdarê destpê kir bi dawî bû. Çalakiya birçîbûnê ya şeva din di demjimêr 22.00’an de bidawî bû, 20 kes tevlîbûn. Çav lê ye ku di rojên pêş de çalakiyên Kurdên li Azerbaycanê jiyan dikin, berdewam bikin.