Li Egeyê çalakiyên piştevaniyê didomin

Li Egeyê çalakiyên piştevaniyê didomin

Li Îzmîr, Balikesîr û Manîsa bi armanca piştevaniyê bidin çalakiya girtiyan çalakî hatin lidarxistin. Endamên Dayîkên Aştiyê yên Îzmîrê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewrî Meclîsa Jinan ya BDP'ê kirin.Dayîkên Aştiyê wiha gotin: "Ji bo mirin çênebin em dê çalakiya xwe bidomînin. Azadiya Birêz Ocalan azadiya me ye. Ya dikeve ser milê me em dê bikin."

ÎZMÎR

Dayîkên Aştiyê yên Îzmîrê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li avahiya BDP'ê ya Îzmîrê dan destpêkirin dewrî Meclîsa Jinan ya BDP'ê kirin. Endama Dayîkên Aştiyê Behîce Yalçin, diyar kir ku ji bo li girtîgehan mirin pêk neyên dê çalakiyên xwe bidomînin û wiha got: "Azadiya Birêz Ocalan azadiya me ye. Ya dikeve ser milê me em dê bikin." Endamên Federasyona Elewî Bektaşiyan jî çalakvan ziyaret kirin û anîn ziman dê her tim li cem wan bin.

Xwendekarên Endamên DYG'ê yên Zanîngeha Dokuz Eylulê jî bi heman armancê li ber Kampusa Dokuzçeşemlikê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên HDK'ê jî piştgirî dan xwendekaran. Xwendekaran pankrata "Çalakiya berxwedêrên azadiyê ya bêdem û dorveneger di roja 50'emîn de ye" vekirin û xwestin di nava kampusê de meşekê li dar bixin. Lê polîs û hêzên ewlehî yên taybet ên zanîngehê destûra nedan xwendekar bimeşin. Li ser vê yekê xwendekaran li ber barîkata polîsan daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de dowîzên "Bêdengî mirin jiyan berxwedane" hatin vekirin û sloganên "Bijî berxwedana zindana" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Berxwedana li girtîgehan ji hêzên demokratîk û gelê me re hişyariyeke. Divê bi hêz bersiva vê yekê bê dayîn. Em berxwedana girtîgehan silav dikin û bang li hemû kesî dikin ku bi bihestiyar bin." Xwendekaran li ber barîkata polîsan sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin.

BALIKKESÎR

Endamên HDK'ê yên Edremîta Balikesîrê û Rêxistina BDP'ê ya Edremîtê jî bi heman armancê li Qada Cumhuriyetê daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê koma ji 14 kesan pek hat dest bi çalakiya birçîbûnê kirin.

MANÎSA

Rêxistina BDP'ê ya navçeya navendî û Rêxistina BDP'ê ya navçeya Turgutluyê jî kesên bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin ziyaret kirin. Di ziyaretê de pêvajo hate nirxandin û ji bo moralê bername hatin lidarxistin.

Tevkarên KESK'ê jî li avahiya Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Manîsayê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê û banga bi hestiyariyê kirin. Li ser navê komê Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê Remzî Şîrîn daxuyanî xwend û xwest ku hemû kes bihestiyar be.

AYDIN

Rêxistina BDP'ê ya Aydinê û navçeyan jî çalakî bi heman armancê berdewam dikin. Çalakiya li navenda Aydinê bi 8 kesan destpê kirin dê sibê bi dawî bibe. Rêxistina BDP'ê ya Kuşadasiyê jî koma ji 4 kesan pêk tê îro dest bi çalakiyê kirin û sibê jî dê li Rêxistina BDP'ê ya Sokeyê dewre bigire.