Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê li paytexta eyaleta Thuringen Erfurt a Almanyayê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, standek agahdarkirinê vekir. Di vê çarçoveyê de li qada sereke ya bajêr Angerê derdora 20 çalakên Kurd belavok belav kirin.
Kurdan tevî belavkirina belavokan pirtûkên der barê têkoşîna azadî û şerê li Kurdistanê de belav kirin. Li gel hewaya sar, bi vê çalakiya xwe komeleya ku demek kurt e vekirine, ji raya giştî re aşkere kirin.
Rêveberên komeleyên dan zanîn ku ew dê dawiya hefteyê çalakiyeke din li dar bixin û bang li Kurdan û dostên wan kir ku bê deng nemînin û piştgiriyê bidin çalakiyê. Her wiha, bang li Kurdên li eyaleta Thuringenê dijîn kir ku destekê bidin xwepêşandanan.