Li Edene welatiyan "Konê berxwedanê" vedan û dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin. Li navçeyên Seyhan û Yuregîrê li gelek taxan ciwanan bend danîn û bi polîsan re şer dikin.
Li Edeneyê ji serê sibê heta niha welatî li ser piyan in û xwedî li girtiyan derdikevin. Li taxa Ova ya girêdayî Şahîrparaş a navçeya Seyhanê "Konê berxwedanê" hate vedan û 20 welatiyên îşlikên spî li xwe kirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin.
Berî çalakiyê di axaftinan xwe hate diyarkirin ku divê xwedî li girtiyan bê derketin û daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Li taxên Daglioglu, Gulbahçe, Karasu, Anadolu, Dumlupinar, Gulpinar, Yenîbey, Hurriyet, Barbaros, 19 Mayîs, Anadolu, Şakîrpaşa, Ova, Uçak û Onur ên navçeyên Seyhan û Yuregîrê jî ciwanan li ser riyan barîkat danîn. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxele li ciwanan kir û ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiva polîsan da. Pevçûn didomin.