Li Dusseldorfê ji jinan çalakiya piştgiriyê

Li Dusseldorfê ji jinan çalakiya piştgiriyê

Çalakiyên piştgiriya ji bo girtiyên Kurd ên ji doza PKK û PAJK’ê yên di girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin. Jinên Kurd li bajarê Almanya Dusseldorfê bi vê armancê çalakiyek li dar xistin.

Jinên Kurd roja înê saet di 14.00’an de li ber postexaneya li navenda Dusseldorfê li hev civiyan û ji Wezarê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn re kartên li ser grevên birçîbûnê şandin.

Çalakî bi hevkariya Meclîsa Jinan a Arjîn a Dusseldorfê, Buroya Aşitiyê ya Jinên Kurd CENÎ, Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Duisburgê, Înisiyatîfa Dayîkên Aşitiyê yên Kurdistanê hate organîzekirin. Almanên li postexaneyê jî piştgirî dan çalakiya jinên Kurd