Li Dublînê kurdek 7 rojin di grevê birçîbûnê de ye

Li Dublînê kurdek 7 rojin di grevê birçîbûnê de ye

Li paytexta Dublîn a Îrlandayê kurdê bi anvê Giyas Serhat bi armaca ku piştgiriyê bide girtiyên kurd yên di grevê de ev 7 roje di greva birçîbûnê ya bê dem û dornever de ye.

Giyas Serhat ê 46 salî ku 15 sal berê li Îrlandayê bi cih bû, bi armanca piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya ji 12’êîlonê de dest pêkiriye, di 3’ê mijdarê de ket greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger.

Serhat ku sedema destpêkirina greva xwe vegot, diyar kir ku grevên birçîbûnê yên girtiyên kurd ya li zindanên Tirkiyeyê dema ket roja 50’emîn daxuyaniyên hikûmetê hinek hêvî bi wî re afirandiye û diyar kir ku daxuyaniyên provakatîf yên Tayyîp Erdogan neçareserî dîsa derxistiye holê.

Serhat da zanîn ji ber vê yekê kêm be jî xwestiye piştigriyê bide û dest bi grevê kiriye. Serhat da zanîn ku ji 3’ê mijdarê ve tenê ava bi xwê-şekir dixwe.

Serhat bêdengiya çapameniya Ewropayê ya li dijî grevan jî rexne kir û got ku di destpêka greva wî de ji partiya Sinn Fein parlamenterekî û ji partiya Sosyalîst jî heyeteke û ji bajarê Belfast du rewşenbîr hatine serdana wî.

Serhat got ku enceq ew jî dê bi girtiyan re dawî li gireva xwe bîne.