Li dû Misrê, Tûnis dilive

Li dû Misrê, Tûnis dilive

Li Misrê, piştî ku deshilatdariya Birayên Misliman ji ber xwepêşandanên bi milyonan hilweşiya, kolanên Tûnisê jî ket nav tevgerê. Li Tûnisê li dijî deshilatdariya Ennahda nerazîbûn hene.

Versiyona Tûnisê ya Tevgera Tammarod (Raperîn) a li Misrê bi milyonan mirov daxist kolanan, hat avakirin. Mîna li Misrê, li Tûnisê jî nerazîbûnek mezin li dijî rêveberan heye.

Kolanên Tûnisê, partiya Ennahda weke AKP ya Tûnisê dibînin û bi fikarin ku ev partî rejîmeke teokratîk a dijminê azadiya ava bike. Krîza aboriyê jî, nerazîbûnan mezin dike.

Lîderên ciwan ên vê kampanya dijderketina sivîl, bi bûyerên li Qahîreyê re dixwazin cih li hukûmeta Tûnisê tengav bikin. Tevgerên Îslamî yên li Tûnisê, di sala 2011'an de piştî "Şoreşa Yasemîn" a ku navê Bihara Ereban lê hat kirin, hatibû ser deshilatdariyê.

Tevgera Tamarrod a li Tûnisê 200 hezar îmze berhev kir û dixwaze bi awayekî lez xwepêşandanên mezin lidar bixe. Tevgera li Misrê zêdeyî 22 milyon îmze berhev kiribû. Hêjayî gotinê ye, Serokkomarê Misrê Mûhammed Mûrsî di hilbijartinên Hezîrana sala 2012'an de 13.3 milyon deng stendibû. Rêjeya îmzeyên li dijî wî hatin berhev kirin, du qat zêde bû.

Berdevkê Tevgera Tamarrod a Tûnisê Mûhammed Bennoûr bi civîneke çapemeniyê got, "Ciwanên Tûnisî li piştî ciwanên Misrî ne."