Li Dortmundê greva birçîbûnê bi mitîngek girseyî bi dawî bû

Li Dortmundê greva birçîbûnê bi mitîngek girseyî bi dawî bû

Greva birçîbûnê ya 3 rojan a ku ji bo pitşgiriya bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, bi mitîngeke girseyî bi dawî bû.

Greva birçîbûnê ya sê rojan berdewam kir bi mitîngekê bi dawî bû. Mîrhem Yîgît di mitînga ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir de axivî.

Yîgît destnîşan kir ku êdî hêviyên jiyana bi hev re ya li gel dewleta Tirk her ku diçin kêm dibin û got; “An dê daxwazên gelê Kurd pêk bînin, an jî dê gelê Kurd berxwedana xwe bidomîne.” Yîgît axaftinên Erdogan ên li Berlînê ji bo greva birçîbûnê kir jî nirxand û got: “Ev yek nîşan dide ka çiqas ji exlaq û mirovahê dûr e.”

Piştî Yîgît Felat Marînos axaftinek kir û bal kişand ser berxwedana zîndanan a li hemberî dewleta Tirk û diyar kir ku heta çalakiya girtiya negihe serkeftinê ew dê çalakiyên xwe bidomînin.

Marînos bang li Kurdên li Dortmundê dijî kir ku tevlî çalakiya ku dê roja şemiyê li ber Parlementoya Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê bê lidarxistin bibin.

Mitîng piştî axaftinan bi dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Berxwedan jiyan e” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Her wiha, di dema greva birçîbûnê de bi sedan kes hatin serdana çalakiyê û piştgirî dan. Di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” de jî ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin.