Li bajarê Dortmund a Almanyayê komeke ciwanên kurd, der barê greva birçîbûnê ya girtiyan de bi rayedarên Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) hevdîtinpêk anîn.
Di hevdîtinê de ciwanan bal kişand ser greva birçîbûnê û diyar kirin ku girev ketine roja 56’an (duh) û got gihiştiye asteke krîtîk û daxwaz kirin ku rêxistina Efûyê demildest bikeve nava tevgerê. Ciwanan di hevdîtinê de der barê pêşveçûna grevê de dosyayeke ku daxwazên girtiyan cih digirt pêşkêş kir.
Nûnerên Rêxistina Efûyê ya Navnetewî diyar kirin ku dê dosyayê lêkolîn bikin û diyar kir ku ew grevê birçîbûnê ji nêz ve dişopînin. Her wiha rayedaran da zanîn ku der barê zextên li ser kurdan dosyayek taybet ligel xwe amade kirine.