li Dortmundê bo çalakiyên birçîbûnê piştevanî

li Dortmundê bo çalakiyên birçîbûnê piştevanî

Li bajarê Dortmundê ya Almanyayê bi armanca piştevaniya bo girtiyan greva birçîbûnê ya 3 rojan hatibû destpê kirin û saziyên kurd, tirk û rêxistinan ziyaret bo çalakgeran pêk tê.

Grevên birçîbûnê yên girtîgehên Tirkiyeyê hatiye asteke krîtîk. Li Dortmundê bi armanca ku piştgiriyê bidin girtiyan û xwedî li çalakiya wan derkevin, greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û grev di roja duyemîn de ye. çalakgeran şeva xwe di konê ku vedabûn de derbazkirin. Di dema çalakiyê de her tim belavok hatin belavkirin û di çarçoveya kampanyaya ji Ocalan re Azadî de stand hatin vekirin û îmze hatin berhevkirin.

Di roja yekemîn ya çalakiyê de di nava wan de ji Esntîtuya Kurd Mîrhem Yîgît, ji Yekitiya Mamosteyên Kurd Fevzî Ozmen, nûnerên DÎDF û TKÎP jî hebûn gelek kes çû serdana kesên ketibûn greva birçîbûnê û piştgiriya xwe anîn ziman. Ligel nûnerên saziyan ji nava gel jî bi girseyî serdan pêk hatin. Di axaftinên di serdanan de hatin kirin hate destnîşan kirin ku, bi girtiyan re her tim di nava piştevaniyê de ne û xwestin ku ji bo daxwazên wa bên cih bila welatên Ewropayê û saziyên navnetewî zextan li Tirkiyeyê bikin.

Li ber îstasyona navenda Dortmundê konê ku hatiye vedan grev lê didome û roja çarşemê di demjimêr 17.00’an bi mîtîngeke girseyî dê bi encam be. Komîteya amadekar ya greva birçîbûnê banga tevlîbûna mîtîngê kir û got piştevaniya wan bi vê sînor namîne û hate gotin ku, heta daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiyên wan yên piştevaniyê bidome.