Li dîwarê girtîgeha berê ya Frankfurtê posterê Andrea Wolf hat daliqandin
Li dîwarê girtîgeha berê ya Frankfurtê posterê Andrea Wolf hat daliqandin
Li dîwarê girtîgeha berê ya Frankfurtê posterê Andrea Wolf hat daliqandin
Gerîlaya PKK'ê Andrea Wolf (Ronahî) a li navçeya Wan Şaxê di sala 1998'an de di şerekî de, li gel 23 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Frankfurtê hat bîranîn. Bi vê armancê wêneyekî mezin ê Wolf li dîwarê girtîgeheke berê hat daliqandin.
Bi pêşengiya komeke Elman a xwe weke hevalên Andrea Wolf dida naskirin, roja Pêncşemê saet di 17:30 de li bajarê Frankfurtê çalakiyek hat lidarxistin. Wêneyên mezin ên gerîlaya PKK'ê Wolf û çepgirê Elman Hans Schwert li dîwarê girtîgeha berê ya li pêşberî dadgeha mezin, hatin daliqandin. Çalakiya ku bi dehan kes beşdar bûn, bi qasî saetekê dewam kir.
Wolf di 23'ê Cotmeha 1998'an de li bejahiya navçeya Wan Şaxê, di şerekî li hemberî artêşa Tirk de bi 23 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû.
Di Îlona 2013'an de jî li goristaneke bîrdariyê ya li gundê Kelahêrê ya Şaxê navê "Şehîdgeha Ronahî" hatibû kirin.