Xwendekarên Zanîngeha Pamûkkale yên şoreşger, democrat û welatparêz ku jib o balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dane destpêkirin, meşek pêkanîn lê polîsan êrîşî meşê kir û nêzî 100 xwendekaran binçavkirin.
Xwendekarên şoreşger, democrat û welatparêz yên li Zanîngeha Pamûkkale ya li Denîzliyê dixwînin, bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Tirk dane destpêkirin, xwest li kampusa zanîngehê bimeşin. Piştî ku peywirdarên ewlekariyê taybet yên zanîngehê xwest meşê asteng bike gengeşe derket, her wiha li ser êrîşkirina li ser xwendekaran ev gengeşe vegerî pevçûnê. Dema ku bûyer mezin bû bi sedan polîsên çevîk yên dervey kampusê bi wesayîtên zirxî ketin hundir û êrîşî xwendekaran kirin.
Xwendekaran jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan, hinek xwendekaran li ser têlê re xwe avêtin û derketin dervey zankoyê û hinek ji ketina nava kolanên Siteya Çamkentê. Polîsên ku di hundir û derve de ketin pey xwendekaran bi hinceta ku tevlîbûyeran bûne nêzî 100 xwendekar binçavkirin. Polîsan di ser malên xwendekar lê dimînin de jî girt û xwendekarên li malê binçavkirin. Hate ragihandin ku, serdegirtina malan didome, hate hînbûn ku dibe di demjimêrên pêş de hêjmara binçavkiriyan zêde bibe.
Di derbarê bûyerê de me bi telefonê xwe gihand berdevkê Hewildanên 78’an yê Denîzliyê Nebî Epçî û got, xwendekarên ku ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê xwestin li nava zanîngehê meşekî demokratîk û aştiyane pêkbînin, lê rastî êrîşa polîs û peywirdarên ewlekariyê yên taybet hatin. Epçî ragihand ku, di bûyeran de polîsan destê nêzî 100 xwendekaran kelepçe kirin û ew binçavkirin. Her wiha di ser malên xwendekaran de girtin û gelek xwendekar binçavkirine.
Li aliyê din xwendekar ji bo hevalên wan serbest bêne berdan dê di demjimêrên direng yên şevê de li ber Midûrtiya Polîsan ya Denîzliyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.