Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), ji bo piştgiriyê bide çakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ya bêdem û dorveneger, ji bo 2 rojan li ber girtîgeha Tipa E ya Amedê, dest bi greva birçibûnê kirin. Aktîvîstên DOKH'ê ku çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn rastî êrîşa polîsan hatin.
Çalakiya girtiyên PKK û PAJK’îyan a greva biçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan ku di 12’ê îlonê de hate dest pêkirin di roja 47'an de bi tevlêbûnek zêde berdewam dike, didome. Li aliyê din piştgiriya çalakiyê jî her ku diçe belav dibe.
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), ji bo piştgiriyê bide çakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ji bo 2 rojan li ber girtîgeha Tipa E ya Amedê, dest bi greva birçibûnê kirin. Aktîvîstên DOKH'ê ku çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di çalakiyê de Parlementerên BDP'ê yên Amedê Emine Ayna, Nursel Aydoðan, Cîgira Hevserokên Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlementera Ewropa ya berê Feleknas Uca, Hevseroka BDP'e ya Amedê Zubeyde Zumrut, aktîvistên Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan jî di navde bi sedan kes amade bûn.
Komê di çalakiyê de bê navber sloganên "Bijî serok Apo", "Girtiyên siyakî rûmeta me ne" û "PKK gel e, gel li vir e" û "Bi can bi xwîn em bi terene ey Serok" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin. Komê disa dowîza "Daxwazên we daxwazên me ne" bilind kirin. Di çalakiyê de Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku çalakgerên ku di 12'e Îlonê de dest bi çalakiyê kirine jiyana wan di xeterê de ye û wiha got: "47 rojin di grevê dene. Lê heta niha hikûmetê ji bo daxwazên wan tu gav neavêtine. Em dibêjin daxazên wan daxazên me ne."
Parlmentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî diyar kir ku tenduristiya çalakgeran her ku diçe giran dibe û wiha got: "Her ku diçe hêjmara çalakgeran zêde dibe. Ev jî xuya dike ku di daxwazên xwe de mafdar in."
Piştî aktîvistên DOKH'ê dest bi çalakiyê kir polîsan mudaxale kir û destûr nedan ku çalakiyê pêk bînin. Piştî niqaşên demekê kom belav bû û dawî li çalakiya xwe anîn. Rûniştina parlementerên BDP'ê Emine Ayna û Nursel Aydogan a li ber girtîgehê didome.
Piştre aktivîstên aştiyê Halil Savda û hevalên wî ku serê sibê dest bi çalakiyê kiribûn dawî li çalakiyê anîn û tev li çalakiya parlementeran bûn.
Piştî polîsan mudaxaleyî koma aktivistên DOKH'e kir, endamen komê dest bi meşê kirin. Koma ku heta ber Mala Sersaxiyê ya Dicleyiyan meşiyan rastî mudaxaleya polîsan hatin. Koma ku rastî mudaxaleya polîsan hat, bi sloganan ber bi avahiya BDP'ê ya Amede ve meşiyan.