Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger di girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin. Yek ji vana Girtîgehên Jimare 1 û 2 yên Tekîrdagê ne. Parêzer Gulîzar Tuncer der barê çalakgerên greva birçîbûnê yên di Girtîgeha Tekîrdagê de agahî da û diyar kir ku pêkanînên di girtîgehê de êdî veguherîne wehşetê û aşkere kir ku gardiyanan îşkence li girtiyê bi navê Mazlûm Dîkmen kirine.
Parêzer Tuncer der barê rewşa giştî ya girtîgehê de agahî da û destnîşan kir ku rewş berevajiyê daxuyaniyên Wezîrê Dadê ye, girtiyên di greva birçîbûnê de ne di bin kontrola bijîşkan de ne, di girtîgehan de hekîmtiya malbatê heye, ji ber wê jî heftane du rojan tê girtîgehê, revîreya girtîgehê li şûna vîtamîna B1, vîtamîna B dide.
Parêzer Tuncer, bi wekîlên xwe yên di Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê yên bi Jimare 1 û 2 re pêk anî û der barê bûyerên di girtîgehan de agahî da. Tuncer da zanîn ku weke di girtîgehên din de, li vê girtîgehê jî komên nû yên girtiyan tevlî pêlên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveneger ên piştî 12’ê Îlonê hatine destpêkirin, bûn û bal kişand ser pêkanînê li hemberî girtiyan. Tuncer got: “Tişta ku me di girtîgehê de ew bû girtî di greva xwe de bi biryar bûn. Greva birçîbûnê didome. Ji ber ku di girtîgehê de hekîmtiya malbatan heye, bijîşk gelek caran nayê. Tenê rojên duşem û pênşemê bijîşk tên.”
Tuncer destnîşan kir ku nêzî 500 girtî di girtîgehê de ne, lê heftane du rojan bijîşkek tê girtîgehê. Tuncer got; “Li gorî tiştên ku girtiyan gotine, bijîşk tê girtîgehan û dibêje ‘hûn dermankirinê qebûl dikin an na?’ û destê xwe ji berîka xwe dernaxe. Piştre kaxeza ku dibêje tedawiyê qebûl nake dide îmzekirin û diçe.”
Parêzer Tuncer der barê rewşa giştî ya girtîgehê de agahî da û destnîşan kir ku rewş berevajiyê daxuyaniyên Wezîrê Dadê ye, girtiyên di greva birçîbûnê de ne di bin kontrola bijîşkan de ne, di girtîgehan de hekîmtiya malbatê heye, ji ber wê jî heftane du rojan tê girtîgehê, revîreya girtîgehê li şûna vîtamîna B1, vîtamîna B dide.
BERXWEDANA MAZLÛMAN
Parêzer Gulîzar Tuncer bal kişand ser îşkenceya li hemberî girtiyên di greva birçîbûnê de yên bi navê Mazlûm Dîkmen û Mazlûm Ozagar û got; “Mazlûm Dîkmen 22’yê îlonê dest bi greva birçîbûnê kir. Di roja 8’emîn de, Mazlûm hat hevdîtina parêzeran, piştî hevdîtinê, bi hinceta ‘hûn amûran tînin hundir’, jê hate xwestin ku xwe tazî bike. Piştî ku Mazlûm Dîkmen îtiraz kir, hate tazîkirin û 7-8 gradiyanan êrîşê wî kirine. Li şûna ku bi awayeke baldar nêzî girtiyên di greva birçîbûnê de bibin, ew îşkence dikin û lê dixin. Mazlûm ji gardiyanên ku êrîşên wî kirine re gotiye ‘hûn dê hesabê vê yekê bidin’ û ji ber vê jî rêveberiya girtîgehê ji bo 6 mehan cezayê hevdîtinê dane Mazlûm.
Girtiyek din ê siyasî Mazlûm Ozagar e û li rastî pêkanînên memirovane yên bijîşk hatiye. Ji ber nexweşiya wî ya tansiyonê hebûye, serê wî ziviriye û li erdê ketiye, serê wî li betonê ketiye. Gava bijîşk hatiye, ji bijîşk xwestine ku tenê tansiyona Mazlûm bipîvin, lê bijîşk gotiye ‘ev tê wateya mûaneyê’ û nepîvaye.”
BILA KURD XWEDÎ LÊ DERBIKEVIN
Parêzer Gulîzar Tuncer peyama girtiyan a ji bo raya giştî û gelê Kurd jî aşkre kir û got; “Girtî dibêjin ‘Em ji bo xwe tu tiştek naxwazin’. Daxwazên me bi temamî daxwazên mafdar ên gelê Kurd in. Divê hemû gelê Kurdî xwedî li van daxwaz û berxwedanê derbikevin.”