‘Li dijî binpêkirinên di girtîgehan de dengê xwe bilind bikin‘

Di panela li ser zextên li girtîgehan hat lidarxistin de hat gotin ku cihê ewil ê polîtîkayên di girtîgehan de tên pêkanîn girtîgeha Îmraliyê ye.

Şaxê Îzmîrê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), bi boneya balê bikêşe li ser îşkenceya li ser girtiyên nexweş di girtîgehan de li Salona Konferansê ya Odeya Avahîsazan panel li dar xist. Rojnameger Alî Dûran Topûz panel bi rê ve bir. Prz. Ceren Boztoprak, Akademîsyenê Aştiyê Prof. Dr. Melek Goregenlî, Prof. Dr. Zekî Gul û Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede wek axêftvan tev li panelê bûn.

‘MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ HAYDAR ALÎ AK ÊŞKENCE ZÊDE KIR

Panel bi sînevîzyona li ser rewşa girtiyên nexweş destpê kir. Serokê Şaxê Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê Zafer Încîn ê axaftina ewil a panelê kir, got ku binpêkirinên li girtîgehan qat bi qat zêde bûne û da zanîn ku li herêma Egeyê jî rewş yek e. Încîn ragihand ku li ser zêdebûna binpêkirinên li herêma Egeyê serîlêdan tên kirin û wiha axivî: “Bi taybetî bi hatina Midûrê Girtîgeha Kiriklarê Haydar Alî Ak binpêkirinên di girtîgehan de zêde bûn. Ji ber van zextan girtiyek di rojiya mirinê de ye. Hevdîtinên me yên ji bo bidawîbûna van binpêkirinan bê encam dimînin. Ji ber binpêkirinan, di salekê de herî kêm 5 girtiyan jiyana xwe ji dest daye.“

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Prz. Zeynep Ceren Boztoprak bibîrxist ku di sala 2013’an de hejmara girtiyên nexweş 456 bûne, niha bi hêzaran in. Boztoprak a anî ziman ku bi polîtîkayên ewlehîparêz ên dewletê hejmara girtiyan û binpêkirin zêde bûne û wiha pê de çû: “Polîtîkaya kuştina hêdî bi hêdî bi rê ve dibin. Gelek nexweşên bi rapor bernadin, terkê mirinê dikin. Tirkiye di mijara girtiyên nexweş de qanûnên xwe binpê dike. Raporên girtiyên nexweş dikarin di girtîgehan de bimînin li gor daxwaza desthilatdariya siyasî tên dayîn. Heta ku qanûn bên binpêkirin, wê binpêkirin û mirin di girtîgehan de zêde bibin.“

‘BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHAN ZÊDE BÛNE‘

Aktîvîstê mafê mirovan Prof. Dr. Zekî Gul destnîşan kir ku binpêkirinên di girtîgehan de zêde bûne hem girtiyan hem jî yên ji der ve nexweş dikin û ev tişt got: “Hewqas pirsgirêk li welêt hebin ne mimkûn e ku em baş bin. Lewma nexweşbûna yekî/ê tê wateya pirsgirêka tenduristiyê ya me.“

‘DIVÊ CIVAK XWE KER NEKE’

Gul îşaret bi wê yekê kir ku gava girtiyan dibin nexweşxaneyan wan di paşde kelemçe dikin û got: “Di der heqê ku di salên dawîn de di girtîgehan de çend kesan jiyana xwe ji dest daye, çend kesan xwe kuştiye de tu raporek nîn e. Di raporên ATK’ê de tu krîter nîn e. Raporên dane jî xumam in. Ragirtina girtiyên nexweş di girtîgehan de tercîheke bi zanebûn e. Bi ragirtina wan dixwazin civakê rehîn bigirin. Lewma biryarên ji bo wan dihên dayîn ne tibî lê sûcên li dijî mirovahiyê. Divê civak dengê xwe ji vê re bike.“

‘POLÎTÎKAYÊN DI GIRTÎGEHAN DE BI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ KÛR BÛN’

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede ragihand ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, mirov nikare li welat behsa demokrasiyê bike. Dede di nirxandinên li ser bandora tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser girtîgehan û civakê kirin de behsa binpêkirinên di dema nexweşiyê de zêdebûne û guherînên di qanûnên înfazê de kir. Bi domdarî Dede, wihat got: “Desthiladariya siyasî bi girtîgehan dixwaze civakê dîzayn bike û serî pê bide danîn. Binpêkirinên di girtîgehan de û pirsgirêkên polîtîk ên giştî yên welat ji hev û din ne qut in. Cihê ewil polîtîkayên ewil ku desthilatdarî disepîne lê hatin çêkirn Girtîgeha Îmraliyê ye. Pirsgirêkeke giring a din jî cezayê heta hatayê mayîna di girtîgehê de ye. Girtiyên wê tu car nehên berdan hene. Ev sererastkirin ji taybetî ji bo Îmraliyê hat çêkirin. Gelek girtî ji vê sererastkirinê bi bandor dibin. AÎHM’ê ji bo vê got ku êşkence ye û behsa ‘Mafê Hêviyê’ kir. Mafê her mirovî ye ku hêvî bike ku wê rojekê ji girtîgehê derbikeve.“ 

Dede destnîşan kir ku ji pirsgirêkên sereke yek jê şewitandina înfazê û dayîna cezayê înfazê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “7 sal in dixwazin serî bi girtiyên siyasî bidin danîn û wan bêîrade bikin. Girtî li ber nihêrtina li zikê devên wan, lêgerîna bi tazî, jimartina bi rêbaza leşkerî, cezayên dîsîplînê, kirinên xerab ên ne kêmê îşkenceyê mirina xwe didin ber çavên xwe û li ber xwe didin. Hem di girtîgehan de hem jî ji der ve desthilatdarî kesayeta bê rûmet ferz dike. Em hem di girtîgehan de hem jî ji der ve ji bo teşhîrkirina van kirinan û avakirina jiyaneke bi rûmet têdikoşin.“ 

‘DI QAWÎŞA JI BO 50 KESAN DE 180 KES DIMÎNIN’

Prof. Dr. Melek Goregenlî jî behsa rapora salên 2000‘î ya wan têkildarê girtîgehan amade kiriye kir û destnîşan kir ku xebatên berê bi rehetî kirine niha nikarin bikin û wiha got: “Tecrîd bandorê li ser derûniyê, jiyan û karînê takekesî û civakî dike. Di qawîşa ji bo 50 kesî de 180 kes dimînin. Qerebalixî û zêdeyî bi nerênî bandora li çawaniya jiyana girtiyan dike. Bi sererastkirinên cih û warî dikin ku rêza kesî ji kesî re nemîne û ji xwe fedî bikin. Ev binpêkirina hewilda afirandina mirovên nû ye.“