Li Denîzliyê ji 91 xwendekarên Zanîngeha Pamûkkale yên hatin binçavkirin 58 jê serbest hatin berdan û 33 xwendekar jî sewqî edliyeyê hatin kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Pamûkkale, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê roja Înê meşek pêk anîbûn. Di meşa xwendekaran de 91 kes hatibûn binçavkirin. Ji 91 xwendekaran 58 xwendekar li Midûriyeta Polîsan serbest hatin berdan û 33 xwendekar jî sewqî edliyeya Denîzliyê hatin kirin.