Li Den Hagê ciwanên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Den Hagê ciwanên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin

Li bajarê Den Hag ê Holandayê ciwanên Kurd bi boneya piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, Komîsyona Ciwanan a Den Haagê bi dirûşima “Daxwazên girtiyan, daxwazên me ne” ji bo sê rojan bi awayeke komî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Zêdetirê 15 ciwanên Kurd li Komeleya Karkerên Kurd a Den Haagê dest bi greva birçîbûnê kirin. Tê payin ku rêxistinên çepgir û anarşîst ên Holandayê jî piştgiriyê bidin vê çalakiay ciwanên Kurd û dê roja şemiyê bi dawî bibe.

Hate diyarkirin ku dê ciwanên Kurd piştî greva birçîbûnê ji vir biçin Brukselê û tevlî meşa li wir a ji bo piştgiriya bi girtiyan re bibin.