Li Darmstadtê têkildarî tecrîdê panel hate lidarxistin

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd panelek hat lidarxistin.

Li bajarê Darmstad ê Elmanyayê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek hat lidarxistin. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç û gelek Kurd tevlî panelê bûn.

Panel ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê bi deqeyek rêzgirtinê, destpê kir. Yuksel Koç di panelê de axivî û wiha got: “Rêber Apo zanebûn di me de ava kir. Ev zanebûn çi ye. Zanebûna teslîmiyet dibe xiyanetê, berxwedan dibe azadiyê ye. Di hişê her Kurdekî de, berxwedan afirand.”

Yuksel Koç diyar kir ku gelê Kurd êdî gelek rêxistinkirî ye û bang li Kurdan hemûyan kir ku tevlî meşa ku wê 15’ê Nîsanê li Dusseldorfê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê lidarxistin, bibin.

Panel bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.