Li Darmstadtê çalakiyên piştgiriya bi girtiyan re

Li Darmstadtê çalakiyên piştgiriya bi girtiyan re

Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê bo çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dane destpê kirin didomin. Li bajarê Darmstadt yê Almanyayê saziyên Kurd û Tirkiyeyiyan bi meşekê piştgirî dane çalakiya girtiyan û li bajar çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî dane destpê kirin.

Li bajarê Darmstadt yê Almanyayê dawiya hefteyê ji aliyê Kurdistanî û Tirkiyeyiyan ve bi armanca piştgirîdayîna berxwedana girtiyên di zindanan de çalakî pêkanîn.

Navenda Piştevanî û Enformasyonê ya Kurdistanê û Malagel ya Darmstadtê, AGÎF û ATÎF çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî dane destpêkirin. Aktîvîstên ku li qada Luisenplatz roja Înê konê vedan û balkişandin ser tecrîd û çalakiya birçîbûnê ku hatiye rewşekî krîtîk, her wiha di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ‘Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî’ dayî destpêkirin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmze hatin komkirin. Çalakiya birçîbûnê dê roja Yekşemê bidawî bibe.

Li gel çalakiya birçîbûnê, bi tevlîbûna sedan kesî meşek hate pêkanîn û piştgirî dane çalakiya birçîbûnê ku ketiye roja 48’mîn de.

Meşa ku roja Şemiyê ji aliyê Navenda Enformasyona Kurdistanê ve hatî duristkirin Federasyona Karkerên Penaber yên li Almanyayê-AGÎF, Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Almanya-ATÎF jî piştgirî dayê.

Li Qada Luisanplatz bi pankartên Almanî yên “Ji Ocalan re Azadî”, “10 hezar girtî di çalakiya birçîbûnê de ne”, “Çalakiya mirinê qêrîna Azadiyê ye” ketin meşê.

Li pêşiya meşê çalakgerên birçîbûnê bi cilên li ser nivîsa “Ji tecrîd û çalakiya mirinê re bêdeng nemîne” heyî cih girtin.

Meşa ku rojname û radyoyên herêmî jî şopandin piştî tûra li nava rêyên navenda bajar li cihê destpê kir bidawî bû. Piştî meşê jî komek ya 15 ciwanên Kurd serdana kona çalakiya birçîbûnê ya li Frankfurtê ku ji aliyê ciwana ve hatî destpêkirin, kir.