Di serdegirtina malan ya li navçeya Yildirim ya Bûrsayê 12 kes hatin binçavkirin.
Li gundê Cûmalikizik yê girêdayî navçeya Yildirim di demjimêrên serê sibehê cendirmeyan hemwext di ser malan de girt û 12 kes binçavkirin. Piştî lêgerîna li malan binçavkirî birin qereqolê, her wiha sedemê binçavkirinê nehate zanîn.
Duh di demjimêrên şevê de jî kesê binavê Ahmet Toksûn dema ku diçû mala xwe ya li Taxa Ûlûs ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û binçavkirin.