Li Bûrsayê bûyer na rawestin

Li Bûrsayê bûyer na rawestin

Hate ragihandin ku, li taxa Yavûzselîm ya navçeya Yildirim ser bi Bûrsayê ve di encama faşîstan êrîşî ser Partiya Aştî û Demokrasiyê kir pevçûn derketin û kesek giran birîndar bû.

Li gorî agahiyên hatine girtin, di demjimêrên direng yên şevê de, di navbera BDP’iyên li derdora avahiya navçeyê kombûyîn û komên faşîst de pevçûnê rû da. Di bûyerên ku polîsan jî êrîşî BDP’iyan kir de, kesekî 31 salî yê ji Oltû Erziromê bi çekê ji serê xwe giran birîndar bû.

Li taxê rageşî didome, hate ragihandin ku rêveberên rêxistinên sivîl û keyayên taxan ji bo bûyeran bi dawî bikin hevdîtinan dikin.