Li Bûrsayê 8 kes hatin girtin

Li Bûrsayê 8 kes hatin girtin

Li Bûrsayê, ji 14 kesên pêr di operasyonan de hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin.

Li Bûrsayê ji 14 kesên ku bi îddîya endamên DHKP-C ne, di serdegirtina Komeleya Mafên Bingehîn û hin malên li navçeyên Yildirim, Osmangazî û Nîluferê de hatin binçavkirin, 8 jê hatin girtin.

Ji 14 kesên duh radestî edliyê hatin kirin, piştî lêpirsîna dozgeriyê hatin berdan. 2 kesên rastî dadgehê hatin kirin jî, bi daxwaza darizandina bê rewşa girtî, hatin berdan. 8 kes jî hatin girtin û li girtîgehê hatin bicihkirin. 

Hat hînbûn, yên hatine kirin bi hinceta beşdarî çalakiyên Parka Gezî  yên li Stenbol û Bûrsayê bûne, hatine lêpirsîn.