Li Bûrsayê 16 kes hatin binçavkirin

Li Bûrsayê 16 kes hatin binçavkirin

BDP’iyên xwestin bi armanca balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê çelenga reş danin ber Serokatiya AKP’a navçeya Yildirimê, rastî êrîşa komên faşîst hatibûn. Bûyerên ji 28’ê Cotmehê ve li Bûrsayê destpêkirin hêjan didomin. Di bûyerên rûdayîn de heya niha 3 kes birîndar bûne, 16 kes jî hatine binçavkirin. Şeva din jî otomobîlek hate şewitandin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, dema ku BDP’iyên xwestin bi armanca balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê çelenga reş danin ber Serokatiya AKP’ê ya Navçeya Yildirimê, li ber çavên polîsan komek ya faşîst êrîşî BDP’iyan kir û BDP’iyan jî bersiv da. Rageşiyên ku roja Yekşemê destpêkirin hêjan didomin, bi fermana Walîtiya Bûrsayê ji Yalova, Bîlecîk, Balikesîr, Enqere û Stenbolê yekîneyên polîsan şandin.

Di bûyerên heya niha rû dayîn de, 3 kes birîndar bûne û 16 kes jî birîndar bûne. Şeva din otomobîlek jî hate şewitandin.

Li bajarê ku li dijî Kurdan kampanya lîncê didome, çav lê ye ku Midûrê Polîsan Alî Soman Kahya li Navena Polîsan ya Yavûzselîm bi rihspiyên herêmê re hevdîtinê bike.

Waliyê Bûrsayê Şehabettîn Harpût duh daxuyaniya ku dayî endamên çapemeniyê, piştgirî da komên faşîst yên êrîşî Kurdan kirine û ji ber berteka koma faşîst ew pîroz kiribûn.