Nêzî 10 hezar Kurdên ji welatên Ewropayê hatin paytexta Belçîka Brukselê bi armanca balê bikişînin ser daxwazên girtiyên Kurd ên ku 53 roj in di greva birçîbûnê de dest bi meşê kirin.
Meşa bi beşdariya Kurdên ji welatên Ewropayê ya li Brukselê bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, dest pê kir.
Nêzî dehhezar Kurdistanî li Bruksel Noordê li hev kom bûn, li pey pankarta “Greva birçîbûnê di roja 53’emîn de ye, mirina rawestînin” ber bi avahiyên YE’yê ve dest bi meşê kirin. Kurdistanî dimeşin Qada Schumann a ku Parlementoya Ewropayê lê ye.
Di korteja yekemîn a meşê de tevî dayikên aşitî, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal, nunerên saziyên Kurd cih digirin.
Di meşê de pankartên ji bo greva birçîbûnê hatine hildan û her wiha pankartên ji bo azadiya siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin, ê ku Swîsreyê ew radestê Almanyayê kir jî hatin higirtin.
Di meşê de gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Hate diyarkirin ku gelek otobusên ji welatên din ên ku diê beşdarî meşê bibin, hîna negihiştine meşa ku bi beşdariya Kurdên Belçîka, Holanda, Almanya û Franseyê pêk tê.
Her wiha, çalakgerên otobusa Ji Ocalan re Azadî ya ku ji 8’ê îlonê ve li welat û bajarên Ewropayê digerin jî tevlî meşê bûye. Kurdistanî li dûv Otobusa Ji Ocalan re Azadî dimeşin.