Kurdên li bajarê Brîghtonê ya Îngîlîstanê dijîn bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê , greva birçîbûnê ya du rojan dan destpêkirin.
Greva girtiyên PKK û PAJK’ê yên girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê ket roja 53’an. Li London û Cardîfê bi armanca ku daxwazên girtiyan bên dîtin çalakî pêk hatin û piştî vê li bajarê Brîghtonê kurd li cadeya Old Steîn hatin cem hev û greva birçîbûnê ya du rojan dan destpêkirin. Bi organîzasyona Sussex Kurdish Comminity çalakî hate organîzkierin û turîstan eleqeyeke mezin nîşanê çalakiyê da.
Li ser konê hate vedan bi îngîlîzî pankartên ‘ Grev di roja 53’emîn de ye, Ji zextên li ser çand û zimanê kurda êdî bes e, bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin” hatin daliqandin.
Li ser navê Sussex Kurdish Çomminity Çekdar Soylu daxuyanî xwend û ew wekê kurdên Brightonê dê li dijî berxwedana girtiyên li tirkiyeyê bê deng nemîn û got divê daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtin.
ELEQEYA ÇAPEMENIYÊ YA JI BO GREVAN
Greva birçîbûnê ya ku kurdan li ser hêma Sussex da destpêkirin ku çapemeniya herêmî eleqeyek mezin nîşan da û broşurên ku daxwazên girtiyan tê de hebûn hatin belavkirin. Radyoya FEE ya herêma Sussex rojekê nûçeyên grevê dan. Rojnameya girîn Argus jî çalakiyên grevê şopand. Di dema çalakiyê de parlamenterên partiya Green (Kesk) û şaredarê Brighton jî çûn serdana çalakgeran.
Çalakiya berhevkirina îmzeyan jî sibê bi dawî dibe.