Li bajarê Bordeux ya Fransayê bi armaca ku piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ya ketiye roja 54’an meş û mîtîngek pêk hat.
Meşa ji aliyê Komeleya Kurdên Franco ve hat organîzekirin û Navenda Çanda Elewiyan a Bordeux piştigirî danê li ber avahiya şaredariyê dest pê kir. Piştî meşa li Qada Vîtoîr bi dawî bû mîtîng pêk hat.
Ligel hewaya şilî jî bi sedan kurd tevlî mîtîngê bûn û der barê grevan de nivîseke bi fransî hate xwendin. Di mîtîngê de bêdengiya li dijî grevan hate rexnekirin û hate xwestin ku pêvajoyeke ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin bê destpêkirin.
Mîtîng bi dirûşme û tililiyan bi dawî bû. Di mîtîngê de di çarçoveya kampanyaya azadiya ji bo Ocalan de îmze hatin berhevkirin.