Li bajarê Franse Bordeuxê bi armanca piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin, meşek li dar xistin.
Meşa ji aiyê Komeleya Franco Kurde ve hate organîzekirin, li ber Şaredariya Bordeauxê dest pê kir. Li Qada Vicitoirê mitîng hate lidarxistin. Di mitîngê de axaftin hatin kirin û bang li raya giştî ya Ewropayê hate kirin ku li hemberî greva birçîbûnê bê deng nemînin. Baksiyên ji Baskê jî hatibûn piştgirî dan çalakiya Kurdan.
Piştî mitîngê greva birçîbûnê ya 3 rojan hate destpêkirin. Ligel Bordeauxê, li bajarê Toulousê 3 roj greva birçîbûnê hat destpêkirin.