Hate ragihandin ku, di ketina baregeha leşkerî ya nêzî paytext Bexdayê de teqînekê rû da û 27 mirin.
Teqîn li derdora demjimêr 12.00’an de li Baregeha Leşkerî ya Tajî ku 25 kîlometreyan dikeve bakûrê wê rû da. Di teqîna wesayîta tejî teqemenî ku dema leşker ji bo xwarina nîvro derdiketin derve li ber deriyê baregehê rû da û di teqînê de 19 jê leşker 27 kesan jiyana xwe ji dest da. Polîsan ragihand ku , di teqînê de ji 40 kesî zêdetir jî birîndar hene. Hate diyarkirin ku, di nava birîndar û miriyan de berendamên leşkeran jî hene.
Buyer ji meha Tîrmehê û vir ve li welat bûyera herî bixwîne. 24’ê Tîrmehê li tevahiya welat di êrîşên bombeyî de 42 kesan jiyana xwe ji dest dabû, ji 100’an zêdetir jî kes birîndar bibûn.