Li Bexdayê 14’ê Tîrmehê hat bi bîranîn
Li Bexdayê 14’ê Tîrmehê hat bi bîranîn
Li Bexdayê 14’ê Tîrmehê hat bi bîranîn
Encûmena Hemwelatiyên Azad û Wekhev li paytexta Iraqê Bexdayê bi daxuyaniyekî nivisî berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîranîn û destnişan kirin ku, 14’ê Tîrmehê di dîroka gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd de cihekî giring û teybet heye û berxwedana 14’ê Tirmehê cihekî yê xwe yê bilind di nava têkoşîna gelê Kurd de heye.
Encûmena Hemwelatiyên Azad û Wekhev di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser bidawî anîna sîstema paşatiyê li Iraqê jî û wiha pêde çû; “Di 14’ê Tîrmeha sala 1958’ ande di encama nakokiyên di navbera leşkerên Abdulkerîm Qasim û hêzên azadîxwaz de karin ku, sîstema paşatiyê li Iraqê bidin guhertin. Li cihê wê de sistama komar bi cih bikin û dawî li sîstama zordariyê hat. Ev pêngav di destpêkê de ji bo welatparêziyê bû. Di encamê de ji bo gelê Iraqê gelek destkeftiyên girîng bi dest ketin.”
Encûmena Hemwelatiyên Azad û Wekhev berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li girtîgeha Amadê de wek berxwedanekî bi rûmet bi nav kirin û wiha domand; “ Di heman rojê de li sala 1982’an de li girtîgeha Amadê şoreşgerên pêşengên têkoşîna azadîxwaza Kurdistanê berxwedanekî bi îrade li hemberî êşkence û sitemkariya li ser gelê Kurd nîşandan. Ji ber vê çalakiya ‘berxwedana gireva birçîbûnê ya berdewam’ destpêkirin. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Elî Çîçek bi îradeyekî xurt dest bi girêva birçîbûna bê dem kirin û ta ku şehîd ketin. Berxwedanekî fedekarî dane afirandin.”
Encûmena Hemwelatiyên Azad û Wekhev di dawiya daxuyaniya xwe de, êrişên li ser bajarê Kerkûkê û Xurmato jî şermezar kirin û wiha pêde çû, “ Em weke Encûmena Hemwelatiyên Azad û Wekhev heya dawiyê van herdu bîranîna bi bîr bînîn. Di heman demê de em van êrîşên di wan rojên dawî de li ser gelê me ji şermezar dikin, bitaybet bûyerên li bajarê Kerkûkê û Xurmatû şermezar dikin.”