Li ber parlementoya Tirk çalakiya ciwanekî

Li ber parlementoya Tirk çalakiya ciwanekî

Ciwanekî ji bo balê bikişîne ser grevên birçibûnê li ber deriyê parlementoyê çalakî li darxist û ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Ciwanê ku navê wî nehat zanîn, di demjimêrên sibehiyê de li ber deriyê parlementoyê ji bo balê bikişîne ser girtiyên di çalakiya birçîbûnê de ne çalakiyek li darxist. Ciwan diyar kir ku, heta niha 600 girti di greva birçîbûnê de ne û pêwîste her kes ji vê çalakiya birçîbûnê re bêdeng nemîne. Polîsên ku hatin cihê bûyerê bi tûndî êrîşê ser ciwan kirin û ew binçav kirin.