Roja 30’ê cotmehê, Kurdistaniyên li Swêdê, li ber Parlementoya vî welatî dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Her çendî hewa pir sar e û pileya sermayê -2 ye, her çendî polîs û rayedarên parlementoyê dibêjin ku çalakî ne yasayî ye û ji wana dixwazin çalakiay xwe bi dawî bikin, lê Kurd dest ji çalakiya xwe bernadin.
Çalakgerên diyar kirin ku çalakgerên di greva birçîbûnê de gihiştine ber mirinê, ji bo pêkhatina daxwazên girtiyên Kurd bang li Parlemento û Hukûmeta Swêdê dikin.
Zêdetirê 250 kes beşdarî çalakiyê bûne. Beşdarên çalakiyê li hemberî desthilatiya AKP’ê û hukûmeta Swêdê ya ku tenê temaşeyê polîtîkayên AKP’ê dike bi hêrs in. Çalakgeran da zanîn ku kesên di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê kirine, daxwazên hemû gelê Kurd tînin ziman û amade ne ku xwe ji bo vê yekê feda bikin. Beşdaran da zanîn ku ew dê wan bi tenê nehêlin.
Kurdistaniyên ku di çalakiya xwe de bi biryar in, hemû bi hev re stran û sîrûdên Kurdî dibêjin û bi dirûşiman dewleta Tirk protesto dikin. Kurdistaniyaên ku di destên wan de posterên Ocalan hene, govendê digerînin û dirûşimên “Bijî Serok Apo” dibêjin.
TURK Û ASURÎ JÎ TEVLÎ ÇALAKIYÊ DIBIN
Zelîha Dagli jinek Tirk e û piştî derbeya 12’ê îlonê neçar ma ku derbikeve derveyê welat. Pêşmalka daxwazên greva birçîbûnê li ser nivîsandiye li xwe kiriye û ew jî li ber parlementoyê ye. Dibêje ku ew ku ji bo piştigriyê bide têkoşîna gelê Kurd a ji bo ziman, çand û statuyê tevlî çalakiyê bûye. Dagli diyar kir ku ew rêzdariyek pir mezin nîşanî çalakgerên greva birçîbûnê yên ku di girtîgehan de ji bo daxwazên xwe bedena xwe danîne holê, dide û got ku çalakiya Înîsiyatîfa Aşitiyê ya ji aliyên jinên Kurd û Tirk ve hatiye sazkirin, a li ber Parlementoya Swêdê ji bo pêkhatina aşitiyê girîng e.
Dehno Îshak ê Asurî ku xwediyê kafeteryayekê ye, diyar dike ku ew ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û naskirina mafê perwerdehiyê ji bo Kurdan tevlî vê çalakiyê bûye û da zanîn ku divê li Tirkiyeyê ne tenê mafê perwerdehiya Kurdan, divê ya Asurî û hemû gelên din ên li Tirkiyeyê bên nasîn.
EWROPA SÊ MEYMÛNAN DILÎZE
Seroka Konseya Kurdan a Swêdê Ayşe Goktepe da zanîn ku ji ber ku dewleta Swêdê çavê xwe li hemberî polîtîkayên înkarê yên li hemberî gelê Kurd digire û bi vî awayî destekê dide wê, wan çêtir dît ku çalakiya xwe li ber avahiya Parlementoya Swêdê pêk bînin. Goktepe bi bîr xist ku çalakgerên di girtîgehan de daxwazên sereke yên gelê Kurd ji bo wan têdikoşe tînin ziman û diyar kir ku ew bi biryar in ku heta dewleta Swêdê nekeve dewrê, dê çalakiya me bidome. Goktepe destnîşan kir ku dewleta Swêdê û Yekitiya Ewropayê li hemberî bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê rola sê meymûnan dilîzin û diyar kir ku êdî gelê Kurd li Rojhilata Navîn bûye aktoreke siyasî.
Helbestvan Makbule Çolak jî ji bo beşdarî çalakiyê bibe ji Gavle ya ku 300 km dûr hatiye. Çolak diyar kir ku hemû mirov ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê xwe û serbestberdana girtiyên siyasî çalakiyan li dar dixin û bal kişand ser daxwaza xwerêvebirinê ya gelê Kurd.
29 RÊXISTIN DÊ CIVINEKE ÇAPAEMENIYÊ PÊK BÎNIN
Endama Rêveberiya Komeleya Jinên Kurd a Amarayê Nûrten Cengîz da zanîn ku ew weke komele daxwaza berxwedêrên greva birçîbûnê weke daxwazên xwe dibînin, ji ber wê jî tevlî vê çalakiyê bûne û bang li rayedarên Tirk kir ku daxwazên girtiyan qebûl bikin.
Mehmet Ozel ê ku li ser kursiyê bi tekelek dijî, dibêje ku ew jji bo azadiya rêbertiyê û bidestxistina statuya siyasî ya Kurdistanê tevlî çalakiyê bûye.
Her ku diçe hejmara beşdarên çalakiyê zêdetir dibe. Çalakî bi 150 kesî dest pê kir û niha gihiştiye 300 kesî.
29 rêxistinên sivîl ên ku li Swêdê xebatê dimeşînin, dê roja 31’ê cotmehê saet di 13.00 de bi armanca piştgiriyê bidin greva birçîbûnê civîneke çapemeniyê li ber avahiya Parlementoyê li dar bixin.