Li ber Parlementoya Kanedayê çalakiya piştgiriya ji bo girtiyan

Li ber Parlementoya Kanedayê çalakiya piştgiriya ji bo girtiyan

Piştgiriyek ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ji Kanedayê hat. Kurdên li paytext Ottawa û bajaerê Montréalé dijîn li ber Parlementoya Kandeya çalakiyek li dar xisitn û ji wir jî meşiyan heta ber balyozxaneya Tirk.

Kurdên li Kanedayê dijîn 5’ê mijdarê li ber Parlementoya Kaneda ya li paytext Ottawayê bi boneya balê bikişînin ser grevên birçîbûnê daxuyaniyek dan çapemeniyê û ji wir jî meşiyan balyozxaneya Tirk.

Di çalakiya Kurdan a ku saet di 13.00 de dest pê kir û heta 15.00 berdewam kir de, hate xwestin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

Kurdistaniyên ji bajarên Ottawa û Montréaléyê tevlî çalakiyê bûn, ji ber parlementoyê meşiyan ber balyozxaneya Tirk û li wir çelengek reş danîn.