Kurdistaniyên ku li Ewropayê jiyan dikin ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dane destpêkirin, li ber avahiya Parlementoya Ewropayê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.
Çalakiya li paytextê Belçîka Brukselê destpêkir dê 8 rojan bê navber berdewam bike. Çalakvanên destpêkê yên çalakî dane destpêkirin, Kurdistaniyên li bajarê Bruksel, Anvers, Charleroi yên Belçiyayê jiyan dikinin.
Çalakiya rûniştinê ya li ber Parlementoya Ewropayê-PE li Place Luxembourgê destpêkir, dê heya 8’ê Mijdarê berdewam bike.
Di çalakiya ku sibehê di demjimêr 11.00’an de destpê kir de pankartên “Ji Ocalan re Azadî”, “Mirinên li Girtîgehên Tirk rawestînin” hatin vekirin.
Di çalakiya rûniştinê de bê navber sloganên Faşîst Tirkiye hatin avêtin, Serokê Giştî yê Kongreya Gel Remzî Kartal, endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar, Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade û Serokê PJAK’ê Hecî Ehmedî û bi sedan Kurdistanî tevlîbûn.
Li vir Serokê Kongreya Gel Remzî Kartal axaftinek kir û bibîrxist ku, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û balkişande ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk.
Kartal ku daxwazên girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê rêz kirin, da diyarkirin ku li AKP’e li hemberî çalakiyê leyîstoka ker û bêzimaniyê dileyîze. Kartal aşkera kir ku, Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan di axaftina xwe ya serdana Almanyayê de li paytext Berlînê jî kir, derewên xwe berdewam kiriye û got; “Bi van axaftinan polîtîkayên du rû yên AKP’ê derketin holê.”
Kartal bi gotina “Em dê dengê berxwedêran li Ewropayê bilind bikin” axaftina xwe domand û destnîşan kir ku, Kurd di pêvajoyekî awarte de derbaz dibin. Her wiha da diyarkirin ku, di pêvajoyekî awarte de jiyanekî awarte jî ne gengaze. Kartal anî ziman ku, çalakvanên di çalakiyên birçîbûnê de demjimêr bi demjimêr ber bi mirinê ve diçin û tenê çare jî bilindkirina berxwedana gelê Kurde.
Kartal da zanîn ku, çalakiya rûniştinê ya li ber PE ya li Brukselê girîngiyek din ya xwe heye û pêwîste Ewropa bêdengbûna xwe ya li hemberî tiştên li Kurdistanê jiyan dibin xirab bike û berpirsyartiya xwe bibîne.
Her wiha Kartal di axaftina xwe de bang kir ku, her kes tevlî meşa dê di 3’ê Mijdarê li Brukselê pêk bê bibin.
Piştî Kartal Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade jî axivî û da diyarkirin ku, li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd li ser lingane û pêwîste Kurdên li Ewropayê hîn bihêztir tevlî vê berxwedanê bibin. Kemalîzade bang kir ku, di 3’ê Mijarê de bihêz tevlî meşê bibin.
Meşa ku dê 3’ê Mijdarê roja Şemiyê pêk bê, dê di demjimêr 10.00’an li Bruksel Nordê destpê bike heya qada Schumann bi dawî bibe.
Çalakiya rûniştinê dê her roj di navbera demjimêrên 10 û 16’an de berdewam bike. Sibe jî dê Kurdistaniyên ku ji Hollandayê bên çalakiyê dewir bigirin.