Li ber avahiya CPT’yê mîtînga protestoyî

Li ber avahiya CPT’yê mîtînga protestoyî

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê (KE) dema rapora xwe aşkera dikir, kurdan bi armanca ku bêdengiya KE û CPT’ê ya li dijî grevan birçîbûnê protesto bikin mîtîngek pêk anîn.

Mîtînga ku îro saet di 10.00’an de dest pê kir , Kurd ji Strasbourg û derdora wê tevlibûn çêbû. Gelek kes tevlî mîtîngê bûn û nûnerên Kordînasyona Civaka Demokratîk a Kurdan a Ewropayê (CDK) Hasan Perî axivî û bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ev 15 mehe parêzer nekarin pêre hevdîtinan bikin û da zanîn ku CPT di vê mijarê de pêşveçûneke şênber pêk aniye.

Perî diyar kir ku ji 12’ê îlonê de ye grevê birçîbûnê didomin û got grev ketiye roja 56’emîn. Perî wiha got: “Divê her kes xwedî li vê berxwedanê derkeve.”

Serokê Komeleya Dostaniya Kurdan a Fransayê Bernard Revlon bang li turîstên diçin Tirkiyeyê kir û got pereyê ku didin wekî zextên li ser kurdan vedigere.

Di vê navberê de Strasbourgê bi armanca ji Ocalan re azadî çalakiya nobedariyê k udi 25’ê hezîranê dest pê kiribû ket roja 135’an. Çalakgeran roja duşemê dosyayek pêşkêşî CPT kir û bê dengiya CPT û saziyên Ewropayê rexne kir.

Çalakiya nobedariyê ji aliyê însiyatîfa ji bo Ocalan Azadî ve tê meşandin. Çalakî her hefte li cihên cuda yên Ewropayê bi komên ji çar, pênc kesan pêk tê berdewam dike.