Li Başûrê Kurdistanê ji bo PKK'ê 100 hezar îmze hatin komkirin

Ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên qedexekirî' bê derxistin, di çarçoveya kampanyayê de li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 100 hezar îmze hatin komkirin.

Bi banga 'Însiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî ji bo kurdan', li 30 welatan 1003 kesayetên li qada navneteweyî naskirî di 13'ê Kanûna 2021'ê de beşdarî kampanya 'Bila PKK ji lîsteyên rêxistinên qedexekirî bê derxistin' bûn. Armanc ew e ku li Ewropa, DYE, Kanada û Awûstralyayê 4 milyon îmze bêne komkirin. Îmze wê pêşkêşî Konseya Ewropayê û saziyên mafên mirovan ên li DYE'yê bêne kirin. Ji roja ku kampanyayê destpê kiriye û vir ve li gelek deverên cîhanê gelek kes tevlî bûn.

Di çarçoveya kampanyayê de 29'ê Çileyê li Silêmaniyeyê rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û rûspiyên civakê li hev civiyan û biryar dan ku kampanyayê li Herêma Kurdistanê jî bimeşînin. Ji roja ku kampanyayê destpê kir û pê ve li Silêmaniye, Hewlêr, Germiyan, Kelar û gelek deveran rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û gel piştgiriyeke mezin dan.

Ji endamên Komîteya Kampanyayê Mihemed Emîn Pênciwênî li ser karên xwe ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku kampanya baş dewam dike, ji aliyê gel ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin û piştgiriyeke xurt ji kampanyayê re tê dayin.

Mihemed Emîn Pênciwênî ragihand ku li Herêma Kurdistanê zêdeyî 100 hezar îmze hatine komkirin û anî ziman ku armanca wan komkirina milyonek îmzeyê ye. Mihemed Emîn Pênciwênî got, "Em ê îmzeyên ku kom ikrine pêşkêşî Dadgeha Laheyê ya Navneteweyî ya li Hollandayê, Dadgeha Strasbourgê ya li Fransayê û saziyên pêwendîdar bikin. Di demeke nêz de di vê mijarê de em ê civîn û konferanseke berfireh lidar bixin."