Li balefirgeha Koln/Bonnê çalakiya ji bo greva birçîbûnê

Li balefirgeha Koln/Bonnê çalakiya ji bo greva birçîbûnê

Li mezintirîn balefirgeha Almanyayê balefirgeha Koln/Bonnê bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd û raya giştî ya Ewropayê were agahdarkirin çalakiyek hate lidarxistin. Komek ciwan li cihek herî qelebalix a balefirgehê rûniştin û şanoyeke ku rewşa greva birçîbûnê vedigot nîşan dan. Ciwanan belavokên bi Înglîzî û Almanî belav kirin.

Çalakî ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve hate lidarxistin û di çalakiyê de dovîz û afîşên li ser daxwazên girtiyên hatibû nivîsandin hatin vekirin. Her wiha ciwanan ji bo kampanyaya “Ji Ocalan û girtiyên Siyasî re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” jî ji rêwiyan îmze berhev kirin.

Ciwanan dan zanîn ku girtî her deqeyek zêdetir nêzî mirinê dibin û bang li raya giştî ya Ewropayê kir ku hewl bidin. Ciwanan bal kişand ku hukûmeta Tirk di van rojên dawiyê wisa nîşan dide ku dê bersivekê erênî bidin daxwazên girtiyan û gotin: “Divê raya giştî vê atmosfera dewleta Tirk naxape.”

Hat diyarkirin ku 10 hezar girtî beşdarî greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ku ji 12’yê îlonê ve hatiye destpêkiri bûne û dan zanîn ku ji vê çalakiyê ne tenê hukûmeta AKP û Erdogan berpirs e, di heman demê de raya giştî ya Kurd, Tirk û navneteweyî jî berpirs e û gotin: “Beriya mirin dest pê bikin, guh bidin daxwazên girtiyan.”