Kurdistaniyên li Awustralyayê dijîn piştgirî dan greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd. Kurdan li ber Parlementoya Victoria û avahiya Efûya Navneteweyî çalakî li dar xistin û ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi kampanyaya îmzeyan kirin.
Kurdan li bajarê Awustralya Melbourne yê li ber Parlementoya Eyaleta Victoriayê bi armanca piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê çalakî li dar xistin. Zêdetirê 300 kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya 30’ê cotmehê pêk hat de bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hate protestokirin û ji hukûmeta Awustraylayê hate xwestin ku ji bo pêkanîna daxwazên girtiyan zextê li dewleta Tirk bikin.
Kurdan li paytexta Eyaleta Awustralyaya Rojava Perthê jî li ber avahiya Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) konek vedan û çalakiya greva birçîbûnê li dar xistin. Di çalakiyê de hate xwestin Ocalan serbest bê berdan û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên pêaknaîn. Piştî bevalkirina belavokan ji bo girtiyan kampanyaya îzmeyan hate destpêkirin.
Li bajarê Sydneyê jî ji bo girtiyan çalakiyek hate pêkanîn. Kurdistaniyan îro li Komeleya Çandê ya Kurdan a Sydneyê jî civînek li dar xistin û di civînê de bal kişandin ser rewşa girtiyan û banga zêdekirina çalakiyan hate kirin.
Roja 28’ê cotmehê jî li navenda Sydneyê daxuyaniyek hate dayin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin.