Li Antalyayê bi armaca ku piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan a greva birçîbûnê ku ket roja 57’an greva birçîbûnê hat destpêkirin. Ligel grevên dorveger du kesan jî diyar kirin ku dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger kirine.
Piştgiriyeke di ji bo girtiyên kurd yên di girevê de ji Antalyayê hat. Li avahiya BDP’ê ya Antalyayê duh 15 kesî dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.
Li aliyê din li Antalyayê du kesan daxuyanî dan û diyar kirin ku bi armaca piştgiriyê bidin girtiyan dest bi greva birçîbûnê bêdem û dorneveber kirine.