Li Almanya, Awusturya û Îtalyayê çalakiyên ji bo girtiyan

Li Almanya, Awusturya û Îtalyayê çalakiyên ji bo girtiyan

Bi boneya piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya ku dê ji sibê û pêde 10 hezar girtî tevil bibin, li bajarê Almanya Ulmê, li yên Awustruya Innsbruck û Brengez û li bajarên Venedîk û Mondela yên Îtalyayê çalakiyên piştgiriyê hatin lidarxistin.

Greva birçîbûnê ya ku bi vê armancê li bajarê Ulmê yê Almanyayê hatibû destpêkirin ket roja sêyemîn û bi boneya piştgiriyê li navenda bajêr meşek hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li bajê dijîn, biryar dan ku heta daxwazên girtiyan neyên cih anîn, ew dê her êvar saet di 18.00 de li Ulm Hirschstrasseyê çalakî li dar bixin..

LI INNSBRUCKÊ MITÎNG, LI BREGENZÊ STAND

Li bajarê Innsbruckê jî bi boneya balê bikişînin ser greva briçîbûnê mitîngek hate lidarxistin. Derdora 300 kes beşdarî mitînga li Annasäule hate lidarxistin bûn. Di çalakiyê de ji bo azadiya Ocalan jî îmze hatin berhevkirin.

Her wiha li bajarê Awusturya Bregenzê jî Kurdistaniyan li semta Feldkirchê stand danîn û di çarçoveya kampanyaya îmzeyan de gelek îmze kom kirin.

DÊ LI BER PARLEMENTOYA ROMAYÊ ÇALAKÎ BÊ LIDARXISTIN

Li bajarên Venedîk û Modena yên Îtalyayê ji bo kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” û ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê stand hatin vekirin.

Her wiha Kurdistanî dê çalakiyên xwe yên Îtalyayê bidomînin. Sibê li bajarê Mîlanoyê saet di 12.00 de li ber Dêra Domê dê stant bê vekirin. Li bajarê Barî jî dê greva birçîbûnê ya sê rojî bê lidarxistin. Roja çarşemê jî dê li ber Parlementoya Romayê bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya 10 hezar kesî, dê çalakiya rûniştinê li dar bixin.